Teqîna Qamişlo nakokî di navbera aliyên siyasî de kûrtir kir

Di encama teqîna Qamişlo de, nakokiyên siyasî di navbera tevgera Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê zêde bûn. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tekez dike, ku Rêveberiya Xweser bi tena xwe nikare parastina deverê bike û amaje bi bûyerên teqînan dike, ku tevlî ewqas hejmarên mezin ji rêbendan, grûpên Terorîst karîbûn bigihêjin sazî û navendên rêveberiyê di hundirê bajaran de.

K24 – Qamişlo

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ku, rûdanên teqînan û bûyerên ewlehî li welatên herî pêşketî jî rû didin û nabe hin alî van teqînan têxin bazarên siyasî yên erzan, heger hin kêmasiyên ewlehî carcaran çê dibin, nayê wê wateyê ku serkeftinên asayişê û hêzên YPG û YPJ ku ta radeyekê grûpên terorîst û radîkal dûrî herêmên Kurdî xistine, bêne jibîrkirin .

Rêveberiya Xweser dibêje ku, pêşbîn bû DAIŞ rûdanên bi vî awayî pêk bîne, ew jî weke bersivdayînekê ji serkeftinên hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Minbicê.

Herwiha hin aliyên siyasî dibêjin ku, devera Cizîrê bê parastin maye û ji hêzên leşkerî bi hemû beşên xwe ve vala bûye û li eniyên minbic û Reqayê şer dikin, vê yekê jî rê li pêş grûpên terorîst vekir ku, derbasî navenda bajarê Qamişlo û Hesekê bibin û teqînan rû bidin.