Barzanî: Baştirîn dilsozî bo şehîdan bidestanîna serxwebûnê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera enfalkirina Barzaniyan de peyamek belav kir û tê de ragihand ku, baştirîn dilsozî bo şehîdan, bidestanîna serxwebûn û azadiyê ye.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera enfalkirina Barzaniyan de peyamek belav kir û tê de ragihand ku, baştirîn dilsozî bo şehîdan, bidestanîna serxwebûn û azadiyê ye.

Di peyama Barzanî de hat: “Îro bîranîna rojeke cergbir û tariye li dîroka gelê me. Berî sîh û sê sal rejîma Bees bi awayeke dirindane heşt hezar zilamên Barzanî pîr û xort her li temena neh sal heta pîremêrê not salî girtin û birin çola başûrê Iraqê û bi awayekî nemirovane komkujiyê kirin.”

Barzanî got: “Ew tawan helqeyek bû ji wan zincîre karesat û qurbanîdanên li ser zarok û gedeyên gelê Kurdistanê da hatiye. Her li bê serûşûnkirina donzdeh hezar xortên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyanbarankirina Helebçe bigre heta asîmîlasyon, tarîb û raguhestin û êrîşa terorîstan û tawana li dijî xuşk û birayên me yên Êzîdî.”

Di peyama Barzanî de hat jî: “Wekî Barzaniyekî hest bi serbilindiyê dikim ku, Barzaniyan bi navê rizgarî û serbixweyî ya gelê Kurdistanê da qurbaniyê bexşîn û êşeke zêde kişandin. Bi dirêjahiya sedsala bîstem her ji 1905 ku şoreşa Şêx Abduselamê Barzanî ji bo serbixweyî ya Kurdistanê destpêkir gundê Barzan şanzdeh car ji aliyê dijminên gelê Kurdistanê ve hate şewitandin û wêran kirin, lê belê ti carî Barzan serê xwe ji bo dijminan neçemand û nizm nekir û xwe bi dest ve neda û tu demekê îradeya wî neşika û li ser rêbaza xwe berdewam bû. Ew rêbaza cihê şanaziya min e û li ser hatime perwerde kirin, rêbazek ku zulm û bidestiyê qebul nake, perwerdeyeke ku têda dîn exlaqe û jiyana bindestiyê mirine û mirin bi navê serbestiyê da jiyane.”

Herwiha Barzanî di peyama xwe de got: “Li bîranîna Enfala Barzaniyan da bi pêwîstî dizanim spasiya xelkê azîz û xweşdiviyê deştê Hewlêr, Herîr û Soran bikim ku, li rojên tarî û nexweş de bi Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane û êşên Barzaniyan bi êşê xwe zanîne. Spasiya şêre jinên Barzanî dikim ku, kesûkarên wan hatine enfal kirin û salên zêde û demeke dirêj ji bo zarokên xwe hem bav bûne û hem dayik. Tehemula ji destdana azîzan û êş û dijwariyên wan kirine û serbilindane zarok û gedeyên xwe li ser Kurdayetî û rêbaza rast pêgihandine.”

Di peyama Barzanî de hat jî: “Berketîtirîn bersîv ji bo qurbanîdan û karesata yek li dawiya yekên gelê me û baştirîn wefa ji bo xwîna şehîd û enfalan pêkanîna serbixweyî û azadiye ji bo gelê Kurdistanê.

 

 

Fly Erbil Advertisment