Li Ordûyê 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Li Tirkiyê bajarê Ordûyê di navbera Artêşa Tirk û endamên PKK'ê de şer derket. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Ordûyê di navbera Artêşa Tirk û endamên PKK'ê de şer derket. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li Herêma Derya Reş ya Tirkiyê, ser giliya gundiyan ku li herêmê endamên PKK'ê hatine dîtin, leşkerên Baregeha Topçamê navçeya Mesûdiye derketin operasyonê.

Parêzgarê Orduyê Îrfan Balkanoglu derbarê bûyerê de da xuyakirin, di dema operasyonê de êriş li leşkeran hatiye kirin û di êrişê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Hat ragehandin, gelek polîs û leşker ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Her wiha bo polîsên Ordu û hemû navçeyên bajêr, fermana amadekariya operasyoneke berfireh hat dayîn û ji polîsan hat xwastin kincên pola li xwe bikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment