Diya Şehram Emîrî: Kurê min ne sîxur bû
Diya Şehram Emîrî zanayê atomî yê Kurd ragihand, berpirsên Îranê zor li kurê wê kirin, ku danpêdanê bi tawanekê bike, ku wî nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Diya Şehram Emîrî zanayê atomî yê Kurd ragihand, berpirsên Îranê zor li kurê wê kirin, ku danpêdanê bi tawanekê bike, ku wî nekiriye.
Merziya Emîrî hin hûrgiliyên berî bidavekirina kurê wê ji “Rueters” re aşkere kir, ku Şahram li ber sêdarê ji diya xwe re gotiye: “Xembar nebe, ji ber ku min ti çewtî nekiriye, ji hemû kesî re bibêje kurê min bê tawan e. Çendîn car li ser wê yekê dubare kir.”

Diya Şehram ji ber ku Îranê kurê wê bi dar ve kiriye, dibêje: “Ez ji hikmetê nexeyidîme. Ez ji hêzên ewlekariyê xeyidîme, ji ber pir hewl dan li xwe mikur were ku wî sîxurî kiriye.”
Şehram Emîrî di sala 2009an de hate windakirin, piştî salekî li Amerîkayê diyar bû, piştre jî hate Îranê û bi tuhmeta “Aşkerekirina razên atomiya Îranê û sîxuriya bi Amerîka re” ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hate girtin.
Şehram Emîrî zanayê otomiya Îranê di Hizêrana 2009an de di çarçoveya serdana “Umreyê” winda bû, piştî 13 mehan serdana nivîsgeha berjewendiyên Îranê li Amerîkayê kir û piştre vegeriya Îranê.

Di dema windabûna Şehram Emîrî de, Îranê Amerîka bi revandina wî tuhmetbar kir. Di dema vegera wî de jî, berpirsên payebilind yên Îranê ji nava wa jî Cîgirê Wezîrê Derve yê di serdema Ehmedî Nejadî de li firokxaneyê pêşwaziya wî kir, gulwazeke gul kire stûyê wî bi qehremanê atomiyê binav kir.
Şehram Emîrî piştî derbasbûna 20 mehan ji vegera wî bo Îranê, li dadgehê 10 sal zîndankirin û 5 sal dûrxistin bo navçeya Xaş ya parêzgeha Beloçistanê li rojhilatê Îranê, hate cezakirin.
Şehram Emîrî roja 3 Tebaxê hate bidarvekirin.