Polîsa Tirkîiyê êrîşî rojnameya “Ozgur Gundem” dike

Piştî ku dadgeheke Tirkiyê biryara girtina rojnameya “Ozgur Gundem” da, polîsên Tirkiyê bi ser baregeha rojanmeyê de girt û hejmarek ji rojnamevanan girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku dadgeheke Tirkiyê biryara girtina rojnameya “Ozgur Gundem” da, polîsên Tirkiyê bi ser baregeha rojanmeyê de girt û hejmarek ji rojnamevanan girtin.

Heştemîn Dadgeha Cezaya Sulihê li Stanbolê, bi tuhmeta “Propaganda ji terorê re” biryara girtina Ozgur Gundem bi awayeke demkî da.

Piştî demekê ji biryara dadgehê, hêzeke taybet ya polîsan bi ser barageha rojnameyê girt û 23 rojnamevan û karmendên rojnameyê girtin.

Parêzerê rojnameyê ragihand, bi bê agahdarkirin polîsan rojnamevan girtin û bi binpêkirina yasa ev kiryar binav kir.

Rojnameya Ozgur Gundem bi zimanê Tirkî tê belavkirin, nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û piraniya serkirdeyên PKKê babetên xwe di wê rojnamê de diweşînin.

 

Fly Erbil Advertisment