Erdogan gihêşt bajarê Dîlokê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi armanca beşdarbûna di "Mîtînga Yekîtî û Biratî" de gihîşt bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi armanca beşdarbûna di "Mîtînga Yekîtî û Biratî" de gihîşt bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê.

Erdogan îro piştî nîvro ji Stenbolê bi firokeyeke taybet derbasî Dîlokê bû û ji hêla parêzgar û şaredara Dîlokê ve li firokxaneyê hat pêşwazîkirin.

Hat ragehandin, Erdogan serdana cihê teqîna Dîlokê ya hefteya borî bike, ku di teqînê de 54 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Erdogan piştre, li Meydana Demokrasî beşdarî mîtînga "Yekîtî û Biratî" bibe û gotarekê pêşkêş bike.

 

Fly Erbil Advertisment