Li ser daxwaza Erdogan Wezîrê Navxwe dest ji kar kêşa

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Afkan Ala dest ji kar kêşa û li cihê wî Wezîrê karûbarên Civakî Silêman Soylû bû Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê. Li gor medyaya Tirkiyê jî ku ev yek li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyê bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Afkan Ala dest ji kar kêşa û li cihê wî Wezîrê karûbarên Civakî Silêman Soylû bû Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê. Li gor medyaya Tirkiyê jî ku ev yek li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyê bûye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim demjimêr duh êvarî civiyan û piştî bi dawî bûna civînê serokwezîrê Tirkiyê daxuyaniyek da û dest ji karkêşana Efkan Ala ragihand.

li cihê Efkan Ala Wezîrê karûbarên Civakî Silêman Soylû bû Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê.

Medyayên Tirkiye sedema vê yekê vedigerînin ku, heta niha bare ne asayî li Tirkiyê berdewam e û hêzên nevxwe ji gûmana hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê rizgar nebûne.

Kenala “CNN Turk” belav kir ku, dest ji kar kişandina Wezîrê Navxwe, pêwendiya wê bi hewla kudetaya leşkerî heye, ku piştê şikestina kudetayê ti hevdîtin di navbera Erdogan û Ala encam nedan. Erdogan piştî şikestina kudetayê di civîna rêzgirtinê de li şûna Efkan Ala ligel Silêman Soylû civiya bû.

Rojnameya “Hurriyet” li ser zarê peyamnêrê xwe li Enqerê ragihand, dest ji kar kişandina Wezîrê Navxwe Efkan Ala li ser daxwaza Erdogan bûye.

 

 

Fly Erbil Advertisment