Penaber daxwaza lêkirina xaniyan dikin
Cejna Qurbanê nêzîk dibe û penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampa Basirme ya li başûrê Kurdistanê dimînin bi vê cejnê geşbîn in, ji ber ku beşek ji penaberan li hin kampan xanî ji xwe re lêkirine û dibêjin, ew ji jiyana zehmetiya çadir û konana dûr ketine.

K24 – Kampa Basirme

Li kempa Basirme yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, nêzîkî 680 malbatên penaber yên Rojavayê Kurdistanê li xwe digire. Piştî derfet dana lêkirina xaniyan li vê kempê, penaber êdî hest bi jiyana kon yan çadiran nakin.