Du nivîskarên Tirk hatin binçavkirin

Her du nivîskarên navdar ên Tirkiyê Ahmet Altan û Mehmet Altan hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her du nivîskarên navdar ên Tirkiyê Ahmet Altan û Mehmet Altan hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gulenî de nivîskarên bira Ahmet Altan û Mehmet Altan ji ber axaftinên xwe yên di televîzyoneka taybet de hatin binçav kirin.

Parêzerên nivîskaran diyar kir ku, Ahmet Altan û Mehmet Altan berî şeva hewla derbeya leşkerî di televîzyoneka taybet de rexneyên tund li dijî hikûmetê girtine û rexneyên wan wekî pêşbiniya derbeyê hatiye şîrove kirin.

Binçavkirina her du nivîskarên bira di medyaya civakî de jî rastî nerazîbûneke mezin hat.

 

Fly Erbil Advertisment