ENKS amadekariyên kongreya xwe ya çaremîn dike

Kongreya Çaremîn ya ENKSê nêzik dibe û heya niha dema kongir nehatIye diyarkirin, Serokê niha yê ENKSê Ibrahîm Biro amaje bi hatina kongir dike ku, wan du komîte ava kirine û dê 15 vê mehê dema kongir ji aliyê wan komîteyan ve bê diyarkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/10cee884-9433-4eba-a69d-719a5aca716d/kongreya%20caremin%20ENKS.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongreya Çaremîn ya ENKSê nêzik dibe û heya niha dema kongir nehatIye diyarkirin, Serokê niha yê ENKSê Ibrahîm Biro amaje bi hatina kongir dike ku, wan du komîte ava kirine û dê 15 vê mehê dema kongir ji aliyê wan komîteyan ve bê diyarkirin.

Li gor zanyaryên K24ê, ku di kongreya çaremîn de, dê li ser gelek xalan bê rawestindin û tê de nabe du partî di nav ENKSê de bi navekî bimînin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wek hevgiritneke siyasî ye li Rojavayê kurdistanê. Kongreya yekem ENKS di 26/ Cotmeha sala2011an li Qamişlo hat damezrandin û tê de nêzîkî 12 partiyan (ji bilî TEV-DEMê), kesên serbixwe û Yekîtiya Jinana bi rê ve cû û Ebdilhekîm Beşar wek serokê wê hat hilbijartin.

Ahmed Silêman di 29 Sibata 2012’an de bû serokê ENKS.

Ismaîl Hemê di Di 30 Gulana 2012an wek serokê ENKS hat hilbijartin.

Di 10/11 Cotmeha sala 2012an kongreya ENKSê ya duyemîn Ii Qamişlo dest pê kir û Fêsel Yûsif wek serokê wê Encûmenê hat hilbijartin.

Piştre Tahir Sifûk di 13 Gulana sala 2013an bû serokê ENKS.

Kongira sêyemîn jî di 16 Hezîrana 2015an Ii Qamişlo bi rê ve çû û Ibrahîm Biro bû serokê ENKS, piştî wê kongrê bi 6 mehan careke din hat hilbijartin.

ENKS ji destpêka damezrandina xwe de xwe beşek ji opozisyonê Sûriyê dibîne, herwiha hêza xwe ya leşkerî jî Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne.

 

 

Fly Erbil Advertisment