Wezîrê Derve yê Brîtanya giheşte Tirkiyê

Conson ji binemaleke Tirke, bapîrê wî yê mezin siyasetmedar û rojnamevanekî Tirk ê navdar bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs Conson giheşte Tirkiyê, biryar e ligel rayedarên wî welatî, rêxistinên Civaka Sivîl û nûnerên opozîsyona Sûriyê civînan pêk bîne.

Îro, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs Conson bi serdaneke fermî giheşte Tirkiyê, derbarê serdanê Conson li ser malpera xwe ya Twitterê kêfxweşiya xwe derbirî ku ev serdan wek yekemîn serdana wî ye, ji piştî wergirtina posta xwe.  Conson diyar kir jî, Tirkiyê hevpeymaneke giring e bo welatê wî.

Conson di daxuyaniya xwe de li ser Twitterê da zanîn ku, ewê bi berpirs û rayedarên wî welatî, rêxistinên Civaka Sivîl û nûnerên opozîsyona Sûriyê civînan pêk bîne.

Borîs Conson yek ji wan kesên li dijî endametiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de derdiket, herwiha Conson bi rexnekirina Erdogan naskirî bû, di wî warî de jî xelatek li ser helbesteka xwe wergirtibû, tê de rexneyên tund li Erdogan digre.

Conson ji binemaleke Tirke, bapîrê wî yê mezin siyasetmedar û rojnamevanekî Tirk ê navdar bû.

Fly Erbil Advertisment