Wezîrê Navxwe yê bersiveke tund da
Duh, li bajarê Şirnexê 6, li Mêrdînê jî 4 bi giştî 10 leşker hatibûn kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sûleyman Soylu derbarê kuştina 10 leşkerên duh de nerazîbûnek tûnd nîşan da û got operasyonên wan dê bibîryarî berdewam be.
Sûleyman Soylu da zanîn ku, çawa ew li dijî kesên piştevaniya PKKyê dikin têdikoşin dê di heman demê de li hemberî PKKyê jî têkoşîna wan berdewam be.
Di demsala zivistanê jî ew ranewestin û ji bo têkbirina PKKyê dê operasyonên wan bi tûndî berdewam bike.
Duh, li bajarê Şirnexê 6, li Mêrdînê jî 4 bi giştî 10 leşker hatibûn kuştin.