Li Tirkiyê rewşa awarte 3 mehên din hat dirêjkirin
Civîna Desteya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) biryar da ku, rewşa awarte li Tirkiyê 3 mehên din berdewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Desteya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) biryar da ku, rewşa awarte li Tirkiyê 3 mehên din berdewam bike.
Desteya Ewlekariya Tirkiyê di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de civiya û civînê 6 demjimêr berdewam kir.
Serokwezîr û hemû wezîr û fermandarên ku endamên Desteya Ewlekariyê ne, beşdarî civînê bûn.Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Hat destnîşankirin, desteya ewlekarî dirêjkirina dema rewşa awarte pêşniyarê hikûmetê dike.
Her wiha tê destnîşakirin, di civînê de têkoşîna hember rêxistinên terorê Cemaeta Gulen, PKK, PYD-YPG û DAIŞ bi awayek berfireh hatine nirxandin û dê hember wan biryar operasyon berdewam bikin.