Li Tirkiyê 12 hezar polîs ji kar hatin dûrxistin
Bi hiceta pêwendiyên wan bi kudetaya leşkerî re ji kar hatin dûrxistin.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyê di daxûyaniyeka nivîskî de, ragihand ku, di çarçoveya rewşa awarteyê de 2hezar û 523 polîsên fermandar bi giştî 12 Hezar 801 polîs bi bihinceta pêwendiyên wan bi Tevgera Fetullah Gûlen re heye ji kar hatine dûrxistin.
Tê çaverekirin polîsên ku, ji kar hatine dûrxistin dê piştî lêpirsînan ji jkar werin dest kişandin.
Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê li dijî Tevgera Fetullah Gulen operasyonek berfireh pêk hatibû û 50 hezar karmendên dewletê ji kar hatibûn destkişandin. Nêzikê 8 hezarê wan jî dîsa polîs bûn.