Li Stenbolê piştî êrîşê 6 kes hatin girtin

Duh, li bajarê Stenbolê navçeya Yenîbosnayê li dijî navendekî polîsan êrîşek bombeyî pêk hatibû .

K24-Navenda Nûçeyan

Derbarê êrîşa bombeyî ya li Stenbolê de 6 kes hatin binçavkirin.

Piştî teqîna Stenbolê ya ku, duh hatibû pêkanîn di destpêkê de 3 kes hatin binçavkirin. Li gor nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de belav bûyî de polîsan li ser îfadeya wan dest bi lêpirsînek berfireh kirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 3 kesên din jî li bajarê Aksarayê hatin binçavkirin û li Rêvebergeha Ewlekariya Stenbolê hatin vegûhestin.

Herwiha li gor medyaya Tirkiyê kesên hatine binçavkirin endamên PKKyê ne.Operayon û lêpirsîna derbarê teqînê de berdewam dike.

Duh, li bajarê Stenbolê navçeya Yenîbosnayê li dijî navendekî polîsan êrîşek bombeyî pêk hatibû di encamê de 10 kes birîndar bûbûn.

Fly Erbil Advertisment