Du xwekujan li Enqerê xwe teqandin
Berî polîs wan desteserbikin xwe teqandin.
.png)
K24-Navenda Nûçeyan
Li paytexta Tirkiyê Enqereyê 2 xwekuj xwe teqandin.
Îro, danê sibê li Enqereyê ser riya Haymanayê polîsan li dijî 2 xwekûjên ku bi wesaîtek bombebarkirî amedekariya êrîşekî dikirin operasyon pêk anî.
Li gor zanyariyên dawî 2 xwekuj ji bo ku, radestî polîsan nebin xwe teqandin û canê xwe ji dest dan.
ji aliyê xweve Parêzgarê Enqerê ragehand ku, polîs li wan kesan digeriyan, da zanîn ku, polîsan karî xwekujê siyem jî desteserbike.