Wezîrê Dadê:Xwekuj ser bi PKKê ve bûn

"Tirkiye cîranê Iraq û Sûriyê ye. Aloziyên nav wan welatan bandor li Tirkiyê jî dike"

K24-Navenda Nûçeyan

Derbarê teqîna Enqereyê de ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve daxûyaniya yekem ji Bekir Bozdag hat.

Derbarê wan her du xwekujan Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag got: "Armanca sereke ya xwekûjan Enqere bû. Lêbelê rê li ber karesatek mezin hate girtin."

Bozdag diyar kir ku, hemû delîlên derbarê teqînê de  PKKyê nîşan didin. Wezîrê Dadê herwiha banga aramiyê kir û got: Tirkiye cîranê Iraq û Sûriyê ye. Aloziyên nav wan welatan bandor li Tirkiyê jî dike û çavkaniya terora ku, li Tirkiyê rû dide  Iraq û Sûriye ye.

Fly Erbil Advertisment