Tirkiyê 3ê xwekujên DAÎŞê desteserkirin
Wan xwekujan xwe bo teqandinê amadekirbûn.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê di çarçoveya operasyonên li dijî rêkxistina terorî DAÎŞê 3ê xwekujên endamê vê rêxistinê hatin desteserkirin.
Li gor medyaya Tirkiyê Hat ew, her sê xwekujên ji Sûriyê derbasî sînorên Tirkiyê bûne di nav amadekariyeke xwekujiyê de bûn.
Hêzên ewlehiyê, piştî bihîstin ku rêkxistina terorî DAÎŞ dê çalakiyên xwekujî pêk bînin, li Stenbolê li sê navçeyan dest bi operasyonan kirin. Di operasyonan de 3 kes hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku ev her sê xwekujên ji Sûriyê derbasî sînorên Tirkiyê bûne, di nav amadekariyeke xwekujiyê de bûn.
Operasyonên li ser endamên DAÎŞê yên ku, bi van xwekujan re pêwendîdar berdewam in.