Li Diyarbekirê pêşangeha ciwankariyê tê lidarxistin

Di navbera 23-26ê Hezîranê de yekem Pêşangeha Ciwankariyê tê li darxistin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di navbera 23-26ê Hezîranê de yekem Pêşangeha Ciwankariyê tê li darxistin. Di pêşangehê de dê 60 kompanî û ji 100ê zêdetir marqe beşdar bibin. Dê di pêşangehê de kompaniyê kuaforan jî şowên xwe pêşkêş bikin.

Li Diyarbekirê di Navenda Kongre û Pêşangehê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê de Yekem Pêşangeha Ciwankarî û Kozmetîkê dê were li dar xistin.

Pêşangeh dê di 23ê Hezîranê roja çarşemê dest pê bike û heta 26ê Hezîranê roja şemiyê bidome. Pêşengeh dê 4 rojan bidome û demjimêr 10.00ê sibê dê bo serdêran were vekirin û 21.00ê şevê jî dê were girtin.

Di pêşangeha ku cara yekem e li Diyarbekirê tê li darxistin de dê 60 kompanî û ji 100î zêdetir marqe jî bi berhemên xwe beşdar bin.

Serokê kompaniya amadekar a pêşangehkariyê ya Startê Musa Ozturk da zanîn ku ew dixwazin sûdê bidin danasîn û aboriya Diyarbekirê jî û her wiha armanca wan ew e ku ew aboriya ku piştî pandemiyê zirareke mezin dîtibu dîsa geş bikin.

Di pêşangehê de dê kompaniyê kuaforiyê jî bi şowên xwe yên cawaz cih bigirin û di warê oprasyonên estetîk de jî dê bijişkên pisporê estetîkê agahiyan bidin. Her wiha amadekaran dan zanîn ji ber ku serdema pandemiyê ye dê hay ji hemu rêkarên paqijî û xweparêziyê jî hebin.

Amadekaran dan zanîn ku ew ê îsal 11 pêşangehan li Diyarbekirê li dar bixin û dixwazin ji 100 hezarî zêdetir serdêr bikêşin pêşangehê û bi teybetî jî bo tevahiya salê armanca wan ew e ku ji 1 milyonî zêdetir serdêr bikêşin pêşangehan.

Li Diyarbekirê yekem pêşangeha piştî serdema pandemiyê ya sala 2021an de hatî li darxistin Pêşangeha Çandiniyê bu ku pêşangeha navbera 30ê Adar û 3yê Nîsanê hatî li darxistin de 124 hezar serdêran serdana pêşangehê kiribun.

Niha jî armanc ew e ku ji vê hijmarê zêdtir serdêr serdana Pêşangeha Ciwankariyê bikin.