17 loriyên leşkerî gihêştin sînorê Başûrê Kurdistanê

Artêşa Tirkiyê hinardina leşker û alavên leşkerî ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Gelek tank û alavên leşkerî ji Dîlokê ber bi Silopî bi rê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê hinardina leşker û alavên leşkerî ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Gelek tank û alavên leşkerî ji Dîlokê ber bi Silopî bi rê ketin.

Ji Enqerê û Çankirî, nezîkî 17 loriyên leşkerî tank û alavên leşkerî ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê bi rê ketin. Karwana loriyan, li Dîlokê, piştî bêhnvedanê, bi şevê çûna xwe ya ber bi Silopî berdewam kirin.

Tirkiye piştî hewldana derbeya leşkerî biryar dabû ku, piraniya hêz û alavên leşkerî ji paytext Enqere û bajarên mezin dûr bixe. Herwiha bi destpêkirina operasyona Mertala Ferat û operasyona kontrolkirina Mûsilê, gelek hêz û alav ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê bicih kirin.

 

Fly Erbil Advertisment