li Tirkiyê 20 firokvan hatin girtin

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê li Tirkiyê 20 firokvan bi tuhmeta endam û alîgiriya cemaeta Fethullah Gulen in, girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê li Tirkiyê 20 firokvan bi tuhmeta endam û alîgiriya cemaeta Fethullah Gulen in, girtin.

Di berdewamiya operasyona girtina alîgirên Cema'eta Xizmet ya Fethullah Gulen, 69 firokvan hatin binçavkirin, ku efserek pileblind û du jin jî di nav de bûn.

Lê piştî lêkolînê 49 ji wan hatin azadkrin û 20 kes tênê hatin girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê eşkera kir, ku çend navên din jî li berdestê wan hene, lê heta niha nehatine desteserkirin û xwe veşartine.

 

 

Fly Erbil Advertisment