Kati Piri: Yek bersîva me ji Tirkiyê re heye!
Raporvana Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Kati Piri, berî ku “Rapora pêşketinê ya YE” bê diyarkirin, derbarê Tirkiyê de helwêstek tund nîşan da û got: “Yek bersîva me ji Tirkiye re heye. Ew jî rawestandina têkiliyan e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Li aliyê din, di rapora xwe ya îro de ya girêdayî pêşketinên li Tirkiyê, Yekîtiya Ewrûpa rexneyên tund cîh girtin. Rewşa azadiya bîr û ramanê, azadiya dadê, azadiya çapemenî û standartên demokrasiyê wekî lawaziyên Tirkiyê yên sereke hatin nîşandan.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu jî rexne li YE girtin. Çavuşoglu got: “Rexneyên Yekîtiya Ewrûpa bê bingeh in. Serokkomarê me jî got, ger hûn naxwazin me bigirin Yekîtiyê, vê yekê rasterast bêjin. Hûn nikarin herweha gefan li me bixwin. Hûn çi bixwazin, vekirî û zelal bêjin! Hûn bixwazin rawestînin, bikin. Hûn bixwazin berdewam jî bikin, em amade ne!”