Tirkiyê di warê ewlehiyê de 4 biryarên giring dan
Di civîna ewlehiyê de ku bi serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim bû birayr hatin standin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê di warê ewlehiyê 4 biryarên giring ragihandin. Di nava biryaran de mayîndebûna li Iraq û Sûriyê û herwiha berdewam kirina operasyonên li wan deveran jî cih digire. CHPê û HDPê ev biryarên krîtîk ên ku hem Sûriyê û hem jî Iraqê eleqedar dike nirxandin.
Di civîna ewlehiyê ku serokatiya wê Serokwezîr Bînalî Yildirim kir de 4 biryarên krîtîk ên darbarê konsepta ewlehiyê de hatin ragirtin. Di nava biryaran de operasyonên derveyî sînor û yên navxeyî jî cih digirin.
Di biryara yeklemîn de tê gotin ku wê li Sûriyê ew herêma ewlehiyê bê avakirin. Di biryara duyemîn de jî tê ragihandin ku wê destûr neyê dayîn ji bo korîdora terorê ku wê bi destê YPG/PKKê bê avakarin. Di biryara sêyemîn de berdewamkirina operasyonên li dij Qandîlê cih digirin û di ya 4emîn de jî hatiye destnîşankirin ku wê Tirkiye operasyonên aktîf yên darbarê bergiriyan de bimeşîne.
Li gorî parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu çawa ku Şîa û desthilata wan ya li Mûsil û Telaferê wek xeta sor be êdî eşkere tê gotin ku Kurd û PYD jî xeta sor in bo Tirkiyê. Bekaroglu diyar dike ku ligel van yekan jî Tirkiye beyî Emrîkayê nikare tiştekî bike her çiqas bike qîrênî û barênî jî vala ye.
Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu wiha got:
"Ev biryarên ewlehiyê ji hêzên hevpeyman re wek peyamekê ye. Tirkiye bi wan biryaran dibêje ez nikarim piştî Musil û Telaferê û bi taybetî jî operasyonên li Sûriyê barê penaberan hilgirim. Di heman demê de peyamekê dide Îranê jî ku Îran van meselayan tev dide. Tirkiye her çi dike û çi biryaran radihîne jî bi hevkariya Emrîkarê ye. Beyî Emrîkayê ev biryar nehatine ragihandin."
Li gorî biryarnameya civînê heta gefên terorê bi dawî bên ew ê li Sûriyê û Iraqê têkoşîna xwe berdewam bikin û Tirkiye beyî ku baweriya xwe bi mertala hevpeymaniyê bîne ew bixwe wê biryaran ragire û li derveyî welêt gavên giring biavêje. Cîgirê Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî li ser vê babatê ragihand ku gelên li herêmê jixwe berdêln mezin didin niha Tirkiye dîsa radibe bi modela pêşniyara destewêrdaneke nû derkeve pêşberî raya giştî ya cîhanê. Ev yek wê ne ji aliyê gelên herêmê ve ne jî ji aliyê hêzên hevpeyman ve neyê qebûlkirin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî wiha axifî:
"Tirkiye her biryarên ewlehiyê di konsepta terorê de dinirxîne. Ger Tirkiyê di vê helwesta xwe de israr bike wê ber bi şerekî ve biçe. Li El Babê, Raqqayê û Mûsilê xelkê van deveran hene. Xwediyê van deveran siyaseta wan bixwe heye. Dahatuya wan deveran bi siyaseta wan divê bê diyarkirin. Li Sûriyê aktorên herî giring Hêzên Demokratîk ên Sûriyê yanî PYD, li Iraqê Kurd yanî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ji vê derê bi rêya ragihandina biryaran hun nikarin ji van deveran re çarenûsekê diyar bikin."
Herwiha di dawiya biryarnameya civînê de hatiye gotin wê Reqqa ji terorîstên DAÎŞê bê şûştin û wê Tirkiye destûrê nede ku, Reqqa bikeve bin desthilata YPG û PYDyê. Dîsa di biryarnameyê de hatiye ragihandin ku, her çiqas Emrîka li Sûriyê pêwendiya xwe bi PYDê re berdewam bike jî di operasyona Raqayê de wê Tirkiye ligel YPG û PYDê tevnegere. Ligel ku Iraq dixwaze Tirkiye ji Başîkayê derkeve jî, di biryara civîna ewlayê de ev xal jî hatiye nirxandin û li gorî biryarê wê Tirkiye ji Başîkayê dernekeve û wê di heman demê de tugayeke din jî perwerde bike.