Tirkiye.. 300 efser ji kar hatin dûrxistin
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de îro ji Fermandariya Hêzên Deryayî yên Tirkiyê 300 efser hatin dûrxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de îro ji Fermandariya Hêzên Deryayî yên Tirkiyê 300 efser hatin dûrxistin.
Bi tometa endamtiya Cemaeta Fethulah Gulen, hejmara efserên ku ji Artêşa Tirk tên dûrxistin her roj zêdetir dibe.
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Tirkiyê, îro li ser hesaba Twitterê belav kir, 291 efser ji erkê hatin dûrxistin, 19 efser jî ji artêşê hatin derxistin.
Li Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê û di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gulen bi hezaran leşker, polîs, mamoste, dadwer hatine girtin û ji kar hatin dûrxistin.