Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Tirkiyê dike
Pêwenidyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê ji ber hin pêkanînan xerab dibe.

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier bi armanca serdaneke fermî çû Tirkiyê.
Duh êvarê, Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier gihîşt paytexta Tirkiyê Enqere. Tê çaverêkirin Steinmeier îro bi Wezîrê derve yê Tirkiyê û hin rayedarên din re hevdîtin pêk bîne.
Wezîrên Derve yên Ewropayê duh, bi awayek nefermî civiyan û daxwaz kirin ku, pêvajoya endamtiya Tirkiye ya bo Yekîtiya Ewropa berdewam bike.
Pêwenidyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê ji ber hin pêkanînan xerab dibe. Ewropa Tirkiyê bi binpêkirina mafê mirovan û pîvanên demokrasiyê Tirkiye tawanbar dike. Tirkiye jî Ewropayê bi piştevaniya terorê tawanbar dike.