Yeldirim banga vekişandina YPG ji Minbicê dike

Da zanîn ku, ew digel Amerîkayê nav pêwendiyê de ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim careke din banga vekişandina YPGyê ji Minbicê kir.

Derbarê vê babetê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim duh, li Enqereyê pirsên rojnamevanan bersivand û ragihand ku, divê bi çi awayî be bila bibe YPG ji Minbicê derkeve.

Da zanîn ku, ew digel Amerîkayê nav pêwendiyê de ne. Amerîka di her tim ji Tirkiyê re dibêje ku, dê YPG ji Minbicê vebikêşe û ji bo vê yekê çi pêwîst be dê were kirin. Ew jî hêviyê ne ku, Amerîka pabendê soza xwe be û YPG ji Minbicê derkevê.

Fly Erbil Advertisment