Tirkiyê bersiva parlementerê Ermenîstanê dide

Parlementerê Ermenîstanê, Tirkiyê bi piştevanê DAÎŞê tohmetbar kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglu li ser daxûyaniyên parlementerê Ermenîstanê nerazîbûnek tûnd nîşan da û got Tirkiye bi ti awayî piştgiriya DAÎŞê nake. Tirkiye ew welate ku, herî zêde çekdarên DAÎŞê kuştiye.

Îro, li Stenbolê di kombûna 62 mîn a parlementerên ku, welatê wan endamê NATOyê ne, navbera Wezîrê Derva yê Tirkiyê û parlementerê Ermenîstanê Koryun Nahapetyan de devjengiyek dijwar çêbû.

Parlementerê Ermenîstanê, Tirkiyê bi piştevanê DAÎŞê tohmetbar kirbû.

 Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglu jî nerazîbûneke tûnd nîşan da û got ku, dibe nêrînên cûda hebin lê divê pêştir  mirov dirûstî be.

Da zanîn ku, Parlementerê Ermenîstan e bi dirûstî naxife û çawa dikare bibeje ku,Tirkiye piştevanê DAÎŞê ye. Tirkiye ew welate ku, herî zêde şerê DAÎŞê kiriye û ti welat wekî Tirkiye çekdarên DAÎŞê nekûştiye.