Li Tirkiyê 15 hezar karmend ji kar hatin dûrxistin
Di heman demê biryara girtina pitirî 550 dezgehan jî hatiye dayîn, di nav wan de 18e dezgehên xêrxwazî 9 dezgehên medyayî bûn.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê di çarçoveya rewşa awarte de 15 hezar karmendên ji kar hatin dûrxistin.
Li gor biryara fermî ya tirkiyê hezar û 988 endamên hêzên leşkerî , 7 hezar û 586 polîs, 403 zêrevan û 5 hezar fermanberên kerta giştî ji karê xwe hatin dûrxistin.
Li gor amarên herî dawî hejmara fermanberên piştî kudetaya leşkerî heta niha ji kar hatine dûrxistin giheşte 15 110 hezar kes.
Di heman demê biryara girtina pitirî 550 dezgehan jî hatiye dayîn, di nav wan de 18e dezgehên xêrxwazî 9 dezgehên medyayî bûn.