Abdullah Gul: Min dev ji siyasetê berdaye

Tekez kir ku, wî ti partî nedamezrandine

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Berê yê Tirkiyê Abdullah Gul ragihandku, Wî dev ji siyasetê berdaye û îdiayên wekî ew dê partiyek  nû damezirîne bêbingeh û ji rastiyê dûr in.

Derbarê vê yekê Serokomarê Berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gûl beşdarê televîzyona CNN TURKê bû got ku, ew şarezayê avakirina partiyan e û gelek baş dizane partî çawa tên avakirin. Lêbelê ew êdî siyaset nake. Gere ew siyaset bike ji welatên rojavayî piştgirî naxwaze û dê hêza xwe ji xelkê Tirkiyeyê werbigre.

Hefteya borî televîzyoneka nêzikî AK-Partiyê îdia kiribû ko Abdullah Gûl li Ûrdinê digel Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Bilaîr ji bo avakirina partiyek nû civiyaye.

Fly Erbil Advertisment