Li Îdirê bandora nirxê dolar li ser amadekariyên zistanê
Herwiha li Îdirê barana ku bê navber di barê dibe sedama ku gelek banên xaniyan dilopan bikin.
K24- Îdirê
Bilindbûna nirxê dolar li Îdirê bandorê li ser jiyana rojane û amadekariyên çile dike. Ji ber nirxê dolar jî şêniyên Îdirê dev ji sobayên komirê berdidin û berê xwe didine sobayên sergînan.
Bilindbûna nirxê dolar li Tirkiyê bandorê li ser jiyana hemû kesan dike. Li Îdira Kurdistanê jî welatiyên ku amadekariyên çile dikin ji ber bihabûna nirxê komirê dev ji sobayên komirê berdidin û dest bi kirîna sobayên sergînan dikin. Li Îdirê kîsikê komira ku beriya mehekê bi 15 an jî 18 lîreyên Tirkiyê bû, bi bilindbûna dolar niha di navbera 21 û 24 lîreyên Tirkiyê de tê firotin. Dîsa sobayên komirê ku beriya mehekê bi 500 lireyî dihatin firotin niha bi di navbera 750 û hezar lireyên Tirkiyê tên firotin. Ji ber hatina çile jî welatî mecbûr dimînin ku sobayan bikirin. Ew jî li gorî bûdçeya xwe sobayên sergîna ku nirxê wan di navbera 100 û 150î de dikirin. Tevî kirîna sobayan welatî 3 romork sergîn jî ji bo şewatê bi 150-200 lireyên Tirkiyên dikirin û bi vî awayî jî amadekariyên xwe dikin.
Welatî Nejdet Oner wiha got:" Zivistan zêde sar e, zû hat û ardû jî zêde bihaye. Sobayên komirê tû para nakin. Kîsê komirê bi 23-24 lîreyan didine me, bihaye. Nirxê dolar bihabû em edî îdare nakin. Em jî sergînan distînin ji ber ku erzanin."
Ev rewşa ku ji ber bilindbûna dolar derketiyê holê jî, ji bilî welatiyan bandorê li ser firoşkarên sobayan jî dike. Hem sobayên wan nayên firotin û hem jî çekên ku ji wan rê tên nivîsandin nayên dayîn.
Firoşkarê Sobayan Fehmî Adiguzel wiha axifî:
" Zivistan zêde zû hat, em esnaf pêrîşanin û karê me tune ye. Em bangê li rayedaran dikin ku çareseriyekê ji vê kêşeyê re bibînin. Me gişt esnafan îtiraz kir, çek hatin nivîsandin, lê belê nehatin dayîn. Em niha di tengezariyê de ne. Welatiyên vir xîzanin û ji ber ku komir bihaye jî mecbûr dimînin ku sergînan bişewitînin.
Firoşkarê Sobayan Ahmet Mank wiha got:
"Rewşa me ji ber bilindbûna nirxê dolar nexweş e û bazara me sekiniye. Komir zêde bihabû û welatî nikarin bikirin. Ji ber vê yekê jî welatî di rewşeke zehmet dene. Rewşeke wisa ya ku gelek kes nikarin sobayên sergînan jî bikirin."
Herwiha li Îdirê barana ku bê navber di barê dibe sedama ku gelek banên xaniyan dilopan bikin. Welatî jî ji bo rê li ber vê yekê bigirin brandayan dikirin û bi wan jî serê banên xwe dorpêç dikin.