HRW: PKK zarokan wek çekdar bikar tîne
Rêxistina Mafê Mirovan ya Navdewletî PKKê biçekirina zarokan li Başûrê Kurdistanê tuhmetbar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Mafê Mirovan ya Navdewletî PKKê biçekirina zarokan li Başûrê Kurdistanê tuhmetbar dike.
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) herdu grûpan Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) yên ser bi PKKê ve ne, bikarîna zarokên jêr 15 saliyê di şeran de tuhmetbar kir.
Rêveberê Beşê Zarokan di HRW Zama Coursen-Neff aşkere kir, PKK zarokan Kurd ên Êzidî biçek kirine û 29 haletên revandin û azarkirina zarokan tomar kirine, ji ber ku wan zarokan xwastine wan grûpan bicih bihêlin.
Daxuyaniya HRW amaje kir, heta ku ew zarok beşdarî şeran nebûn, lê metirsî li jiyana wan hene, ji ber ku Tirkiye êrîşî baregehên PKKê li çiyayê Qendîlê dike.
Li gor yasayên navdewletî, nabe zarokên di bin 18 saliyê re bîne biçekirin, heta ku bi awayekî xwebexş be jî.