Hêzên Kurd: Hebûna Tirkiye û Îranê li Astanayê metirsî ye
Piştî rêkeftina sêalî ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de pêşbîn e ku di nava vê mehê de civîneke danûstandinê di navbera opozisyon û rêjîma Sûriyê de lidar bikeve, di demekê de ku hin hêzên siyasî yên Kurdî dibînin ku, ev civîn ji doza gelê Kurd a li Sûriyê re cihê metirsiyê ye, ji ber ti hêzên Kurdî ta nuha bo wan civînan nehatine vexwendin. Herwiha amaje bi wê yekê dikin ku, hersê dewletên serperiştiya vê rêkeftinê dikin bi helwestên neyînî nêzîkî pirsa Kurdî dibin, nemaze Îran û Tirkiyê.
K24 – Qamişlo

Ji aliyekî din ve, hin siyasetmedarên Kurd nabînin ku ev rêkeftin ti metirsiyên mezin li ser doza Kurdî dê çê bike û didin zanîn ku Kurd hevalbendê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorê ne. Herwiha didin zanîn ku pirsa Kurdî bûye pirseke navdewletî û ti metisî ji aliyê van dewletan dê tune be, tevî ku ta nuha Kurd neketine lîsta karê vê civînê de.
Piştî rêkeftina agirbetsê ku di 30 meha bûrî de di navbera Rûsya, Îran, û TIrkiyê de hate emzekirin, amadekariyên lidarxistina civînên danûstandinê li Astanê paytexta Kazaxistanê têne kirin.
Di dema hin çavdêr tekez dikin ku, hin hêzên siyasî û bi taybet yên serdana bargeha Himêmîmê ya leşkerî kirine, dê beşdarî vê civînê bibin, hinên din jî dibînin ku di gel tunebûna şandeke Kurdî hevbeş dê careke din Kurd ji vê civînê bêpar bimînin.