Pira Deh Derî dibe deriyê mirazan

Li Diyarbekirê gelek berhemên dîrokî hene ku ji aliyên geştiyaran ve rastî eleqeyeke baş tên. Yek ji van berhemên dîrokî jî Pira Deh Derî ye ku dema bûk û zava digihîjin miradê xwe berê xwe didin vê derê û vê roja xwe ya teybet li ser Pira Deh Derî tomar dikin.

 

K24 -  Diyarbekir

Li Diyarbekirê gelek berhemên dîrokî hene ku ji aliyên geştiyaran ve rastî eleqeyeke baş tên. Yek ji van berhemên dîrokî jî Pira Deh Derî ye ku dema bûk û zava digihîjin miradê xwe berê xwe didin vê derê  û vê roja xwe ya teybet li ser Pira Deh Derî tomar dikin.

Pira Dîcleyê an jî bi navê xwe yê ku tê nasîn Pira Deh Derî di sala 1065'ê de ji aliyê Merwaniyan ve hatiye avakirin û piştî ku di sala 2010'ê de hatiye restorekirin jî bûye yek ji navnîşanên geştiyaran û evîndaran. Bi teybetî jî bûk û zava têne vir û roja xwe ya bextewar li vê derê tomar dikin.

Emîn û Qader jî yek ji wan bûk û zavayan e piştî ku gihîştine miradê xwe berê xwe dane Pira Deh derî. Emîn Yure yê zave ji K24ê re got: " Îro nîşana min e. Min xwest îro rojeke xweş derbas bikim. Em hatin pira deh derî ev der pireke tarîxî ye. Me xwest k udi vê roja xwe de li vê derê fotograf bikêşin."

Bûka bi navê Qader Yure jî dibêje: "Ji ber ku li Amedê devera herî xweş evder e û pira deh derî pireke gelek navdar e me xwest ku em werin vir resimê xwe bikêşin."

Pira Deh Derî li gel navendbûna geşt û guzariya di heman demê de ji hinek kesan re dibe deriyê debarê jî. Pira Deh Derî ji bûk û zavayan re deriyê miradan e û ji Elî Kundir re jî deriyê debarê ye ku Elî Kundir ji bûk û zava û geştiyaran re li zirneyê dide û heqdesta xwe distîne.

Zirnevan Elî Kundir wiha axivî: "Ez feqîr im. Ez û pîrê tenê ne. Kesekî me tine ye. Ez tême vir û heqê nanê xwe derdixim. Bûk û zavê jî têne vir û wêneyê xwe dikêşin û carcaran jî çend qurûşekî didine min."

Sedemek ya serdana bûk zavayan a Pira Deh Derî ew e ku bûk û zava piştî digihîjin miradê xwe têne ser Pira Deh Derî dimeşin û daxwaz dikin ku hîmê zewaca wan jî wek hîmê Pira Deh Derî xurt be û bextewariya wan jî demdirêj be.

 

 

Fly Erbil Advertisment