Şanoya "Selma"yê tevlî Festîvala Fecirê ya Navdewletî ya Şanoyê li Tehranê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Şanoyê ya Hewarê bi şanoya "Selma"yê, ku ji derhênana Nejad Necim e, piştî tevlîbûna di Gera 19ê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Merîwanê de, wekî yekane nimayîşa pişka navdewletî ya wê festîvalê ji bo tevlîbûna di Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Fecirê de li bajarê Tehranê hat hilbijartin.
Derhênerê şanoya “Selma”yê Nejad Necim îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di merasîma bidawîhatina Gera 19ê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Merîwanê de, ku tevlîbûneka navdewletî tê de bi rê ve çû, bi kêfxweşî şanoya 'Selma'yê ya Koma Şanoyê ya Hewarê wekî yekane nimayîşa pişka navdewletî ji bo tevlîbûna di Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Fecirê de li Tehrana paytexta Îranê hat hilbijartin û pêşniyarkirin."
Necim di derheqa Gera 19ê ya Festîvala Merîwanê de jî got: "Pişka navdewletî ya Festîvala Şanoyê ya Merîwanê, pêşbirk û xelatkirin tê de nebû, belkî armanca sereke ya wê pişkê destnîşankirina nimayîşekê bû ji bo tevlîbûna di Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Fecirê de; di dawiyê de jî şanoya 'Selma'yê ji bo wê meremê hat hilbijartin."
Wî derhênerî behs jî kir: "Di Festîvala Merîwanê de, 40 komên şanoyî û nêzîkî 270 tevlîbûyîyan piûkdarî kiribû. Komên şanoyî ji 25 parêzgehên Îranê û Herwisa ji Kurdistan, Îraq, Tirkiye û Rûsyayê tevlî wê bûbûn û bi merema pêşxistina şanoya ser cadeyan, bihêzkirina peywendiyên hunerî û danasîna şiyanên şanoyî û çandî yên herêmê bi rê ve çûye û pişkên cuda cuda yên şanoya azad, zarok û ciwanan, kevneşopî û pişka navdewletî vegirtine."
Di derheqa Festîvala Fecirê ya li Tehranê de, Nejad Necim got: "Herwisa Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Fecirê yek ji festîvalên şanoyî yên girîng ên Îranê ye, salane li bajarê Tehranê bi rê ve diçe û şanokar û komên şanoyî yên navxwe û derveyî Îranê kom dike."
Nejad Necim herwisa got: "Ev festîval derfetek e ji bo nîşandana berhemên şanoyî yên cuda cuda, pevguhertina ezmûna hunerî û danasîna şiyanên şanokar û komên şanoyî di asta navdewletî de. Herwisa tevlîbûna şanoya 'Selma'yê di vê festîvalê de encama hilbijartina wê nimayîşê ye di pişka navdewletî ya Gera 19ê ya Festîvala Şanoyê ya Merîwanê de."
Wî derhênerî behsa çîroka nimayîşê jî kir û got: "Çîroka nimayîşa 'Selma'yê, bizavê dike ku bi zimanê şanoyê bîranîna qurbaniyan zindî bike û ronahiyê bixe ser wan êş û zirarên ku bi serê bi hezaran malbat û nifşên Kurd de hatine. Herwisa nimayîş peyameke mirovî û cîhanî hildigire, ji bo parastina bîranîna qurbaniyan û dubarenebûna tawanên bi wî rengî di paşerojê de."
Şanoya "Selma"yê ji nivîsîna D. Dilşad Mistefa û sînografya û derhênana Nejad Necim e, herwisa Hewar Faris rola sereke di wê nimayîşê de dilîze, ligel desteya teknîkî û rêveberê berhemê ku di berhemanîna vî karî de pişkdar bûne.