Li Rihayê 3 xwekuj hatin binçavkirin
Li navçeya Serekaniyê yê bajarê Rihayê 3 xwekuj hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Serêkaniyê yê bajarê Rihayê 3 xwekuj hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de Parêzgeriya Rihayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku, 3 endamên PKKê yên xwekuj bi rêyên neysayî ji Sûriyê derbasî Tirkyê bûne.
Parêzgeriya Rihayê da zabnîn hêzên leşkerî yên Tirkiyê jî li ser sînor operasyon pêk anîne. Di encamê de 3 xwekûjên PKKê û 2 bergûmanên ku alîkariya wan kirine hatine binçavkirin.
Parêzgeriya Rihayê got bergûmanên PKKê di îfadeyên xwe de aşkere kirine ku heger ew nehatûbûna binçavkirin, dê li Tirkiyeyê êrîşên bombeyî bikirana.
Lêpirsîna binçavkiriyan berdewam dike.