Kurtulmuş: Piştî refernadûmê, hilbijartina pêşwext pêk naye
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, piştî refernadûma li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext pêk naye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, piştî refernadûma li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext pêk naye.
Kurtulmuş îro beşdarî televisyona “CNNTURK” bû û balê kişand li ser nêqaşên hilbijartina pêşwext. Kurtulmuş da zanîn ko, piştî referandûmê encam bi dilê wan be jî, ne bi dilê wan be li Tirkiyeyê egera hilbijartineke pêşwext nîne.
Kurtulmuş got, gelek kar û xebat li pêşiya Parlementoya Tirkiyeyê ya nû hatiye hilbijartin hene.
Cigîrê Serokweîzrê Tirkiyeyê herwiha diyar kir ku, referandûma guhertina yasaya bingehîn dê ji aliyê xelk ve were pejiarndin. Ger xelk erê neke jî, ew ê rêz li biryara welatiyan bigirin û li ser riya xwe berdewam bin.
Parlementoya Tirkiyê bi 339 dengan biryar dabû, yasaya bingehîn were guhertin û ev yek jî rê li ber referandûmê vekiribû. Tirkiye dê meha nîsane biçe referandûmê.