Navdarên Kurd: Ilyasê Kurdî

Ilyas el-Kurdî an jî Ilyasê Kurdî, Nivîskarekî Kurd û alimekî mezin û navdar ê Îslamê bû. Di nav edebiyata islamî de cîhekî xwe yê girîng heye. Herweha bi kurdî jî nivîsiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ilyas el-Kurdî an jî Ilyasê Kurdî, Nivîskarekî Kurd û alimekî mezin û navdar ê Îslamê bû. Di nav edebiyata islamî de cîhekî xwe yê girîng heye. Herweha bi kurdî jî nivîsiye.

Ilyasê Kurdî navê bavê wî Îbrahîm, navê kalikê wî jî Dawid e, Ew li gor zanyariyan di sala 1637'an de li herêma Nîşabûr, li Rojhilatê Kurdistanê  hatiye dinê.  (lê li gor hin çavkaniyên din li Şamê hatiye dinê, lê di lêkolînên K24 de zanyarî diyar dikin, ku bûyîna wî li Rojhilatê Kurdistanê ye).  Wî perwerdeyiya xwe ya xwendina olî li Şamê girtîye. Bi pirranî li ser fiqiha mezheba şafiî xwedî 'îlim bû Îlyas gelek pirtuk li ser hiquqa Îslamê jî nivîsandiye. Tê gotin pirtûkeke wî bi zimanê kurdî jî heye. Lê, mixabin heya niha ew pirtuk nehatiye dîtin.  Ilyas, ji ber ku bi eslê xwe Kurd bûye jê re gotine "Ilyasê Kurdî".  Lê ereb jê re dibejin "Ilyas el-Kurdî”

Di salên xwe yê dawîn de çûye Mekkeyê, Heca xwe kiriye û dîsa vegeriyaye Şamê, sala 1726'an de li Şamê çûye ber rehma Xwedê.

 

Berhem:

  • 1- Camiul Kasir
  • 2- Haşiyete şerhî caimû cewamî
  • 3- Haşiyete İsaxucî
  • 4- Haşiyete wadî lîl isam
  • 5- Haşiyete şerhi akaidî sadî
  • 6- Haşiyetû ala senusî