Piştî teqîna Wêranşarê 26 kes hatin binçavkirin

Piştî teqîna şeva borî ya nêzîkî avahiya Qeymeqamiyê li navçeya Wêranşarê 26 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî teqîna şeva borî ya nêzîkî avahiya Qeymeqamiyê li navçeya Wêranşarê 26 kes hatin binçavkirin.

Parêzgerê Rihayê Gungor Azîm Tuna di derbarê teqîna Wêranşarê de ragihand ku piştî êrîşê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û bajarê Rihayê operasyonên berfireh pêk hatine û di encamê de heta niha 26 kes hatine binçavkirin.

Duh li bajarê Rihayê navçeya Wêranşarê li hemberî avahiya polîs û karmendên dadgehê êrîşek bombeyî pêk hatibû û yek ji wan zarokan 2 kes canê xwe ji dest dabûn 16 kes jî birîndar bûbûn.