Jiyaneke ku piştî 13 salên tarî ber bi ronahiyê ve diçe

Li Diyarbekirê nexweşek yê gurçikan da nîşan ku pêwîste ku hêviya mirovan her dem zindî be. Kadir Ozdemîrê 27 salî ku gurçikên wî qels bûn û girêdayî maşîneya diyalîzê jiyana xwe didomand piştî 13 salan bi peydabûna gurçikeke nû gihîşt tendirustiya xwe û piştî 13 salan dîsa avê vedixwe.

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê nexweşek yê gurçikan da nîşan ku pêwîste ku hêviya mirovan her dem zindî be. Kadir Ozdemîrê 27 salî ku gurçikên wî qels bûn û girêdayî maşîneya diyalîzê jiyana xwe didomand piştî 13 salan bi peydabûna gurçikeke nû gihîşt tendirustiya xwe û piştî 13 salan dîsa avê vedixwe.

Li Bakurê Kurdistanê 300 nexweşên gurçikan hene, ku li benda gurçikekê ne. Gelek nexweş di dema tedawiyê de êşên bê hempa dijîn û jiyan ji wan re dibe wek êşkenceyê. Kadîr Ozdemîr ê 27 salî jî ev 13 salin ku vê êşê dikêşe û di dema nexweşiya xwe de av venexwari bû. Kadîr piştî 13 salan êdî ji xwe re dibêje her tişt xilas û dest ji her tiştî berdide, lê nîvê şevê telefonek tê û nûçeya mizgîniyê tê û gurçikek ji Kadirî re tê peyda kirin û demildest ew li Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê dikeve emeliyatê.

Koordînatorê veguhastina gurçikan Sedat Anşîn amaje dike ku jiyan ji bo Kadîr ji nû ve dest pê dike. Anşîn ji K24ê re wiha daxive: "Mizgînî ji Meletî hat. Kesekî 53 salî jiyana xwe ji dest dabû û malbata wî jî organên wî bexş kirin. Piştî lêkolînan me dît ku gurçikên wî camêrî li Kadîr tê. Me jî demildest agahî da Kadîr û me bi emeliyatê gurçik neqil kir. Kadîr di demeke kin de ser bi xwe ve hat. Niha rewşa wî baş e."

Kadîr niha bi awayeke pozîtîf li jiyanê dinêre û ji dahatuya xwe jî gelek bi hêvîdar e. Kadîr dibêje ew êdî naxwaze ku wan rojên reş bi bîr bîne ji ber ku li gel êşên vê nexweşiya tişte herî gelek jê re giran dihat ew bû ku ne dikarî avê vexwe û gelek caran di xewna xwe de didît ku avê vedixwe.

Kadîr Ozdemîr jî ji K24ê re derbarê rewşa xwe de ji K24ê re got: "Min 13 salan ev êş kêşand, min nedikarî avê vexwim û min ne dikarî baş xwarinê bixwim. Min ne dikarî ez li ser xwe bigerim. Jiyan ji min re giran bû. Êdî min dixwest ku ez bimirim."

Di pêvajoya nexweşiya Kadîr de yê ku herî gelek qehir kêşayî bavê wî Bişar Ozdemîr e ku 17 sal berê kureke xwe yê din ji heman nexweşiyê wenda kiri ye. Bavê Kadîr niha dibêje dinya hemû ya wî be ew evqasî keyxweş nabe.

Bavê Kadîr Ozdemîr jî dibêje: "Di 6'ê Sibatê de xeber ji Meletî hat. Wê şevê jî kadîr ji min re digot: "Te nekarî ji min re gurçikekî peyda bikî, ez hîn ciwanim, ez bi maşînê ve girêdayî me." Ev gotinên wî j imin re gelek giran hatin û piştî wê axaftina wî jî telefona mizgîniyê hat "

Kadîr piştî ku baş dibe û digihêje tendirustiya xwe, ji bavê xwe dixwaze ku wî bizewicîne û bavê wî jî soz daye Kadîr ku vê xwesteka wî bi cîh bîne. Kadîr niha li benda wê rojê ye ku bigihîje miradê xwe.

 

 

Fly Erbil Advertisment