Li Tirkiyê zewaca zarokên keç û mirina pitikên wan
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di 10 salên dawîn de 17 keçên bi zewac ku temenên wan di bin 18 saliyê re ne û 2404 jî pitikên ku ji jinên temen biçûk ji dayîk bûne cane xwe ji dest dane û rêjeya mirinan jî li deverên Kurdan zêdetirîn e.
K24 – Enqere
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di 10 salên dawîn de 17 keçên bi zewac ku temenên wan di bin 18 saliyê re ne û 2404 jî pitikên ku ji jinên temen biçûk ji dayîk bûne cane xwe ji dest dane û rêjeya mirinan jî li deverên Kurdan zêdetirîn e.
Li ser pirsnameya parlamentera Partiya Komarî ya Gel Gamze Akkuş, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê hejmara dayîkên di temenê zarokatiyê de mirin û ya zarokên wan ên mirî aşkere kir. Li gor daneyên Sîstema Çavdêriya li Mirina Zarokan a Wezareta Tenduristiyê, di 10 salên dawîn de 17 dayîkên di temenê zarokatiyê de û 2404 jî zarok mirine. Li gorî dam û dezgehên jinan ev dane tenê yên diyarkirî ne lê bes bi tena serê xwe jî nîşaneyên tirsnak in.
Nûnera Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin a Enqerê Ayşen Ece Karvas ji K24ê re got: “Ew daneyên ku Wezareta Tenduristiyê parve kiriye nîşaneya xetereyeke mezin e. Divê ev ne wek mirinê wek kuştinê were binavkirin. Ji ber ku zewaca di bin 18 saliyê re û zarokanînên bi vî rengî ne durist e û pêwîst e dewlet destûrê nede van yekan. Ger ku rewş bi vî awayî berdewam bike em ê zêdetirîn bi mirin û destdirêjiya li hember jinê re rû bi rû bimînin.”
Saziya Amarê ya Tirkiyê diyar dike ku di salên 2009-2015an de 15 hezar û 574 zarok piştî ji dayîkbûnê rojekê jî nejiyane û mirine. Ji van zarokên mirî dayîka 1630 kesî temenê wan ji 18 saliyê biçûktir bûye. Bajarên wek; Diyarbekir, Mûş, Bedlîs û Êlihê di van mirinan de serî dikşînin. Parêzer Şahîn Antakyalioglu jî amaje bi wê yekê dike ku yaseyên derbarê van zewacan de kêm in û divê li gorî normên navnetewî bê tevgerîn.
Parêzer Şahîn Antakyalioglu jî dibêje: “Li Tirkiyê kêşeya zewaca zarokan û ya bi zorê ne ji aliyê civakî ne jî ji aliyê dadgehiyê ve nehatiye çareserkirin. Li gorî yaseyên medenî yên Tirkiyê temenê zewacê 17 ye lê rewşeke taybet an jî awarte hebe ew zarokên 16 salî jî li ser destûra dadgehê tên zewicandin. Yaseyên vê derbarê de kêm in lê divê Tirkiye tevdîran bigire û li gor peymanên navneteweyî tev bigere.”
Li gorî lêkolînan ew jinên xwedî zarok ku temenên wan di navbera 12-17 saliyê de ne xetereya mirina wan li gor keçikên temen 20-24 saliyan 5 carî zêdetir e. Hejmara zarok û dayîkên temenê wan ji 17 saliyê biçûktir, ji bilî salên 2014 û 2015an ji 2007an vir ve salane li derdora 300î ye.