Rojnamevanên Sînornenas: Tirkiye di lîsteya reş de ye
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora xwe - Azadiya Rojnamevanî ya Cîhanî 2017 belavkir. Li gor raporê Tirkiye di rêza 155an de cîh digire û kete nav “Lîsteya reşm.

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora xwe - Azadiya Rojnamevanî ya Cîhanî 2017 belavkir. Li gor raporê Tirkiye di rêza 155an de cîh digire û kete nav “Lîsteya reş”.
RSF di rapora xwe de 180 welat xistine bin çavnêriyê de û Tirkiye di rêza 155an de ye. Li gor vê raporê, Tirkiye wekî welatek, ku rojnamevanî tê de gelek zehmet e tê binav kirin. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Rewşa Awarte li Tirkiye wekî metirsiyek ji bo rojnamevaniya li wî welatî dibîne.
Li gor heman raporê, baştirîn welatli cîhanê, di azadiya rojnamevaniyê de bi rêzê: Norweç, Swêd, Finlanda, Danimarka, Hollanda, Kosta Rika, Swîsre, Jamaika, Belkçika û Izlanda ne. Xerabtirîn welat di azadiya rojnamegerî de: Çîn, Suriye, Turkmenistan, Eritreya û Koreya Bakur in.