2 bira ji ber nexweşiya gurçikan dinalin

Li bajarê Qamişlo du bira ji ber nexweşiya têkçûna gurçikan, bi mebesta şûştina gurçikên xwe mehane 12 caran serdana nexweşxaneyê dikin.Rewşa herdu birayan di metirsiyê de ye, çimkî mekîneyên ku li nexweşxaneyê kar dikin lawaz bûne û pêdiviya wan bi çakirinê heye. Malbata wan bang li rêxistin û dewletên herêmê dikin ku alîkariya wan bikin.

K24 – Qamişlo

Kawa Umer jiber nexweşiya gurçikan di hefteyê de sê caran serdana nexweşxaneyê dike, daku gurçikên xwe bişo. Lê ji ber ku mekîneyên şûştinê kevin bûne û pêwistiya wan bi çakirinê heye, li gel hin kêmasiyên din ji aliyê guhdana nexweşan ve, rewşa wî ber bi xerabiyê ve diçe. 

Rêzan birayê Kawa yê mezin, ew jî ji heyama 10 salan ve heman nexweşî pê re heye û ji ber rewşa rêzan ya xerab, dayika wî gurçikeke xwe dayê, lê ji ber şaşîtiyeke pizîşkî ew gurçik jî têk çû û Rêzan jî di hefteyê de sê caran gurçikên xwe dişo.

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê tenê herdu nexweşxaneyên niştimanî li Qamişlo û Dêrikê pêşwaziya nexweşên gurçikan dikin û li gorî hin pizîşkan hijmara mekîneyên şûştinê têra nexweşan nakin, nemaze ku nexweşên Kobanê û Girê Spî jî serdana van herdu nexweşxaneyan dikin.