Li Silopî zirxpoşa polîsan 2 zarok kuştin

Li navçeya Silopiyê ya Bakurê Kurdistanê wesaîta zirxpoş a polîsan ket nav malekê de, di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Silopiyê ya Bakurê Kurdistanê wesaîta zirxpoş a polîsan ket nav malekê de, di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

Li navçeya Silopiyê ya ser bi Şirnexê, li taxa Karşiyakayê wesaîta zirxpoş a polîsan li xaniyekî da û ket nava malekê de. Di encamê de 2 birayên ji wan yekî  7 salî yê din jî 6 salî canê xwe ji dest dan. 

Piştî bûyerê hejmarek zêde ji polîsan bo wê deverê hatin veguhestin.

Hat zanîn, Serdozgeriya Komarê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

 

Fly Erbil Advertisment