Qedexeya li ser 4 gundên Pîranê hat rakirin
Li 4 gundên ser bi navçeya Pîran a Diyarbekirê ve qedexeya derketina koçe û kolanan hat rakirin.

K24 – Diyarbekir
Li 4 gundên ser bi navçeya Pîran a Diyarbekirê ve qedexeya derketina koçe û kolanan hat rakirin.
Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku ji ber operasyona li hemberî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê qedexeya ku ji 21’ê Gulanê ve li gûndên Pirîjman, Xaçek, Herîdan û Şîngirêkê hatibû ragihandin îro saet ji 05.00’ê sibehê û pê de hat rakirin.