Soylu çû çiyayê Kato
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, bi armanca şopandina operasyonên Artêşa Tirk çû çiyayê Kato yê di navbera Şirnex û Colemêrgê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, bi armanca şopandina operasyonên Artêşa Tirk çû çiyayê Kato yê di navbera Şirnex û Colemêrgê.
Artêşa Tirk beriya 40 rojan li gelek deverên Botanê û çiyayê Kato dest bi operasyonê kir. Di operasyonan de dem bi dem şer û pevçûnên dijwar rû didin.
Artêşa Tirk dide xuyakirin di operasyonan de gelek stargehên PKKê hatine bombebaran kirin û hejmareke zêde çekên giran hatine desteserkirin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê îro serdana serbazên ku di operasyonan de kir û çû çiyayê Kato û derbarê rewşa operasyonan de ji efseran agahî girtin.