Xelkê sivîl di riya mirinê re ji Reqayê derdikevin

Piştî çend hewldanên binketî koçberên ji Reqayê karîbû ji Reqayê birevin û derbasî gundewarên Rojava bibin, ew jî piştî meşeke dirêj û dûr li ser piyan ta ku gêhiştin herêmên jêr kontrola HSDê.

 

K24 – Derdora Reqayê

Piştî çend hewldanên binketî koçberên ji Reqayê karîbû ji Reqayê birevin û derbasî gundewarên Rojava bibin, ew jî piştî meşeke dirêj û dûr li ser piyan ta ku gêhiştin herêmên jêr kontrola HSDê.

Li gor vê malbatê ku derketina ji Reqayê wek reva ji mirinê ber bi mirineke pêşbîn e li ser riya koçberiyê, ji ber ku çekdarên DAIŞê derketina wan qedexe dikin, ta ku wan wek mertalên mirovî ji xwe re bikar bînin, loma wan bi sekvanan armanc dikin.

Bi pêşketinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi Reqayê ve û gihîştina dergehê bajêr, hejmara koçberan roj bi roj ji bajêr zêde dibe û ber bi herêmên ewle ve diherikin.

Li gorî şervanên HSDê tekez dikin ku armanca wan a sereke parastina penaberan e û vekirina kerîdorên ewle ji bo derxistina sivîlan ji qadên pevçûnan e.

Li gor serjimêrên ne fermî ku hejmara koçberan gihîştiye nêzî 100 hezar koçberî, li gundewarên Reqayê belav dikin û hin li kampa Eyn Îsayê bi cih dibin û konên din ku taybet ji aliyê HSDê ve hatin amadekirin, her wiha rola rêxistinên mirovahî qet tune ye û rewşa jiyanê jî gelek dijwar e.