Êrîşeke DAIŞê li rojavayê Mûsilê hate şikandin
Li rojavayê Kerkûkê hejmarek ji çakdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên ewlekariyê kirin û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. û çend çekdarên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Kerkûkê hejmarek ji çakdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên ewlekariyê kirin û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. û çend çekdarên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, 5 - 6 çekdarên DAIŞê li gundê Moşerîfa û El-boxorca yên ser bi qezaya Dubiz li rojavayê Kerkûkê xwe vedizin û derbasî piştî çeperên hêzên ewlehiyê bûn û şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlehiyê yên wê navçeyê de derket.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, êrîşa DAIŞê hat şikandin û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn.
Herwiha di encama wê êrîşê de neqîbekî polîs şehîd bû û Rêveberê Binkeya Polîsa Dubiz birîndar bû.
Ew çekdarên DAIŞê ku dema reviyan, welatiyekî Ereb yê wê navçeyê bi xwe birin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, niha şer û pevçûn bidawî bûye.