CHPeyî ji Enqerê heta Stenbolê dimeşin
Partiya Gel a Komarê (CHP) îro ji Enqerê heta bi Stenbolê Meşa Dadê lidar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Gel a Komarê (CHP) îro ji Enqerê heta bi Stenbolê Meşa Dadê lidar dixe.
Piştî zindanîkirina parlementerê CHPê Enes Berberoglu, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civînek çapmeniyê pêk anî û da zanîn ku, li Tirkiyê dadperwerî û demokrasî nemaye. Neheqî li parlementerê wan hatiye kirin û ew bê delîl û belge hatiye girtin.
Kiliçdaroglu got, ew ji bo şermezarkirina vê biryarê û dadperweriyê îro demjimêr 11:00an de meşek bidin destpêkirin û ji Enqereyê heta Stenbolê bimeşin.
Ji aliyekî din ve Parêzgeriya Enqereyê jî hişyarî da CHPê û diyar kir ku, ji bo ewlekariyê hejmarek zêde kes nikare beşdarî meşê bibe.