Washington Post: Referendûm destê Kurdistanê xûrt dike
Rojnameya Washington Post a Amerîkî, analîza rojnamevanên biezmûn ên pîsporên Rojhilata Navîn Morgan Kaplan û Ramzy Mardînî weşand, ku tê de referendûma serxwebûna Kurdistanê tê nirxandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya Washington Post a Amerîkî, analîza rojnamevanên biezmûn ên pîsporên Rojhilata Navîn Morgan Kaplan û Ramzy Mardînî weşand, ku tê de referendûma serxwebûna Kurdistanê tê nirxandin.
Kaplan û Mardînî diyardikin ku, referendûma serxwebûna Kurdistanê dê destê Hewlêrê bihêz bike û berjewendiyek berçav di herêmê de ji Kurdistanê re bidest bixe.
Ligor nirxandinê, encama referendûmê dê desteka navneteweyî jî bigre û pêşî li destwerdanek serbazî hemberî Kurdistanê jî dê bête girtin. Piştî şkestina DAIŞ di herêmê de, nexşerêya serxwebûnê ya Kurdistanê dê were pêş platformên navneteweyî. Herweha demografiya Kurdistanê, ku ji alî desthilatên Iraqê ve hatî herifandin, desthilata Kurd li wan deveran jî dê bîngehek yasayî werbigire.
Her dû rojnamevan diyardikin ku, Washington referendûma Kurdistanê rewa dibîne, lê liser erdê naxwaze piştgiriya wê xûya bike.