Duyemîn salvegera Komkujiya Kobanî li Hewlêrê bibîr hat

Bi derbasbûna duyemîn salvegera Komkujiya Kobanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Merasîma wê komkujiyê li Hewlêrê bi rê ve bir û welatiyên Kobanî yên beşdarî wê çalakiyê bûne jî dibêjin, pêwîst e lêkolînek di derbarê wê komkujiyê de were kirin, ku çima desthilata niha ya li Kobanî li ser wê bûyerê bêdeng maye.

K24 – Hewlêr

Wêneyên komkujiya Kobanî di gel vêxistina nêzî 450 Mûmên şehîdên wê Komkujiyê, salvegera xwe ya duyemîn jî bi xembarî derbas kir. Di merasîmê de hejmarek rewşenbîr û kesayetiyên siyasî ji herçar parçeyên Kuridstanê lê bûn mîvan, helbestên netewî û şanoyên çawaniya rûdana wê komkujiyê hatin nemayiş kirin.

Di şeva 25 Hizêrana 2015 di meha Rojya wê salê de nêzî 450 welatyên sivîl di şevekê de hatin serjêkirin,ev yek jî bû sedema ku xelkên kobanî ji ber nebûna ewlehyê û aramiyê li Koçberyê bimînin,